شما اینجا هستید
فرهنگی و هنری » Helbesta Azad Li kurdistana Îranê

Mirov-Sirûşt-Civak

Siware Îlxanîzade

“Siware Êlxanîzade bêtir fam kin”

Dema mirov li karekî hunerî dinêre, hindek babetên vî karî bêtir bala mirovî radikêşin. Ew tiştên ku di xebat û hasileke hunerî de hizr û zeyna mirovî mijûl dikin, taybetmendiyên afirankarê wê xebatê ne.

Bawer im eger mirov bixwaze nêhênî, nepenî û remz û razên afirankarê hunerî, bitaybet şairekî kiviş bike, rindtirîn rê ev e ku mirov bikaribe li pêş her tiştekî taybetmendiyên  hunermendî/ê kiviş bike. Hunermendek tenê pê nasîna sewdaya taybetiya xwe tê kivşkirin.

Çaxê mirov evîna ku hunermend sewdayî dike,kiviş bike, mirov dikare dewletmendiya kar û hasila hunermendî/ê jî fam bike.

Ev şairê jêr ku emê li ser jiyan û berhemên wî bas bikin helbestvanekî sewdayî ye, ew evîndar e. Lê em nikarin bi êk şêwaz giştî evînê binirxînin. Belkî evîn li gor bawerên her kesekî/ê û cudacuda û, bi rêkekê taybetî û li gor nerînên taybetî û armanca xebata her her hunermendekî divê were nirxandin. Belkî evîn bi wateyeke giştî li dawî de her wek evîn bê naskirin lê pîvan ne yêk in, çimkî lê rê û rêbazên evîndaran ze’f jêk dûr in.

Bila em li serî de derheqa Siware Êlxanîzade bipeyivîn.

Siware Êlxanîzade di şêíra nûxwaz a Kurdî de, şairekî pêşeng e, lewra em dikarin wî wekî mînakeke rind bona evîna hunerî li edeba nûjen a kurdî da bidin berçav .

Her wek me got Siware evîndarekî nûxwaze, lewma li pirraniya şêirên xwe E, rêya xwe ji rêya kevn a evîndariyê cihê dike û bi ramaneke taybetî li evîna xwe dinêre.

Siware evîndarê “Insan” e û fikirîn li mirov û mirovahîiyê di şêirên Siware de nîşana helbijartineke hişyarane û berpirsyaraney a hunerî ye.

Eger em bêjin Siware tenê bi şêweyeke siyasî ku carna ji ber rewşa taybetîya rojê tê guhertin ,li mirov û mirovahîyê difikire, bêguman em ze’f xelitîne, çimkî Siware bi peywendiyeke nêzîk tevî jiyana mirovî li pirsgirêka  “Insanê serdema xwe” dinêre.

Ramana Siware li ser “Insan” ramaneke jiyannasane ye. Carna dibêjin şêira Siware wekî monologeke siyasî ye. Lê ez bawer im tiştê here girîng di hunera Siware de gîrûgirftên mirovê çaxê wî ne û tenê li vê babetê difikire. Li cem Siware siyaset jî parek ji jiyana heyî ye.

Siware weke hindek şairên havçerxe xwe, hunermendekî dîplomat nîne û naveroka şêira xwe li gor siyaseta rojê naguhure. Ew ne mirovekî demdemî û herdemok e ku carna  aşiqê bejna yar û caran evîndarê dengê bilbila be.

Her tiştek di şeira wî de endamek e bona vejandina evîna mirovî û hesilîn bi mirovahîyeke jêhatî .

Siware dibawere siyaset ew rist û bend in yên ku “Mirov”, “Civak” û “Siruşt”ê lêk girê dide. Di şêira wî de siyaset xuyan û fenomeneke ku her sê astên hebûnê yanî mirov, civak û siruştê lêk qayîm dike. Ber vê hindê dikarin bêjim naveroka serekiya şeirên Siware ji bîr û bawerên mirovxwazane pêktê.

Ev evîndariye, bi du astan tê diyar kirin:

۱٫ Peywendiya mirov digel siruştê. Yanî hebûna mirovî bi cureyekî siruştî.

۲٫ Peywendiya mirovî tevî mirovî, ku wêneyekî ron e ji evîneke paqij.

Di şêira Siware de, mirov û siruşt jêk cihê nînin. Siware siruştê  Bê mirovî nas dike û mirovî di sirşutê de kivş dike. Ev bîrûbawere, li hebûna civakê de, wateyê digirin û dikemil in.

Di vê eleqeyê de, siyaset edebiyata xebatê ye bona hesilîn bi armanceke  me’newî û hizirî.

Bêguman, şêira Siware xebateke rastewxo(rasterast) ye ji boy çêkirina peywendiya “Insan” tevî hemî siruştê. Daxwaza Siware bi giştî ew e ku mirov û siruşt wekî afiranekî Xwedayî hev dil bihebînin.

Lê li çax û serdema Siware tiştek bi navê desthilat tê dikoşe da ku vê hebûna rind û resen bişewitîne, lewra ne mirov tê naskirin û ne jî siruşt; ne mirov tê selimandin û nejî siruşt.

Ber vê çendê, siruşt dibe warê jan û kul û kovanan, hebûna mirovî  birîndar dibe û li akamê, şair rastî ramaneke tijî derd û renc û jan tê. Ev jane, ji hemî alyên jiyana mirovî ve xuya dibin. Derdê  ku rêya jînê pirrî asteng û dijwarî dike.

Emrro ger hetaw kesîre ye Nemawe agir û girrî Mêrgî asman be sûtmanî hewrî lokeyî nezok Pirr le xal û qopen e Cengelêk e cêjwanî pole porrî barrî ye Cêgemollî kemtiyar û gurg û rêvî ye Şorrebî ke bote darî çekî bê nêse û şine Zelke ger teyarî tîr û qoşene Xoşewîstekem Le pencerey nîwetakî bûmelêllewe Çavî min le dîmenî kiçî beyanî ye.

Li vê sîstema hizirînê, peywendiya nava mirov û siruştê nişanderê hebûneke du layane ye û di vê hebûnê de her aliyek pêwîstê aliyê din e.

Lê xeta navbera herdu aliyan, rêyeke pirr  bi jan û derd û astengî û girê ye.

Evîna Siware ji bo mirovî, ji hez û xoşewîstiya wî bi siruştê  re diyare.

Ew dizane sirûşt gelek bedew e û mirov jî wekî parek  li siruştê xweyiyê bedewiya xasme xwe ye, lê ew, jan û derdê  siruştê ji bîr nake.

Siware bawer e jan û derd ,parêzî û riyazetên pêwîst in bona rizgariya hebûna mirovî.

Her tiştê xayî liv û bizav di dêrijiya meşa xwe de rastî hindek dijwarî û astengî û bertengiyan tê.

Bi cûreyekî yasayî bizav, herrikîn û hilhingavtin tevî astengan seba derd û janan e. Lê bizav herçend bi jan, li akam da digihîje bedewiyeke îdeal.

Le bijwênî deryay bilûrînî bervê Be xurr xwe be dîwarî kêwa eda av Le gel gaşe berda ser eswê sereswê

………………………………………………..

kiçî nûr qetîsî desî dêwî kêwe le enguste çavî dilî xêwî kêwa berev der, berev şarî derya berrêve Siruştxwazî di şêira Siware de `eynî mirovxazî ye.

Ew wekî hindek şairên tenikbîn, siruştê tinê di bedewiya bêdeng û mat û sekiniya dehmena deşt û çiyayên rengîn de nabîne. Bona wî  sirûşt rastiya jiyana mirovî ye.

Sirûşt wêneyê jîn, evîn û herrikînê ye. Lewra Siware bi dilekî pirr bikul li şar û bajêr rev dikeve û penaya xwe ji warê raste evîndariyê (gund) re dibe.

Gulim! Dilim pirre le şareket Elêm birrom le şareket Elêm be camî avî kanyavî dêyekem Îlacî kem kulî dilî pirrim le derdî întazereket

……………………………………………………

Her wek dibînin, Siware ji bajar rev dikeve, yanî ji teknolojîyê  rev dikeve, lê eve bi wateya neselimandina teknolojîyê nîne,  belkî revîn ji wan kesa ye yên ku maşînê dikine keristeyê xapandin û isti’markirina mirovan. Siware maşînê bi tena serê xwe xirab nahesibîne, éyb û îrad wê demê ye ku maşîn dikeve destê  desthilatdarên xirap û xapînok .

Çilon bijîm le şareket Ke pirr be dil dijî gizem!?

Le şareket, ke remzî asin û minareye Melî evîn xewareye Elêy le dewrî dest û pêm

Ewey ke têl û tan û rayele, kelebçeye Ewey ke peykere, misalî dawele Ewey ke dare têle mezherî qenareye Le şareket kemendî dûkêle Ke dête der li malî dewlemend.

Pirr aşkira ye ku Siware dijî maşînîsm û teknolojiyê nîne,  belkî nîgeran e, belê ew nîgeranê destgehên xapînok e ku

maşînê dikene kereseteyê bi cih anîna armacên xwe. Ji ber vê,  Siware dibe penaberê sirûştê û bawer e eger mirov, civak û siruşt êkûdin bifamin û pirsgirêkên xwe vekin, ew ê karibin bi rewşeke hişyarane, êkûdin bikemilînin jî. Aske ciwanekem!

Teske bo evîn û bo xefet heraw Kê le şarî to, le şarî qatilî hizar Gwê edate parrawî dil?

Li vir bi ronî xuyay e ku Siware evîndarê mirovî ye, lê şarê

tijî direw û delese, ciyekî tesk e û evîna mirovayetiyê nahibîne, lewma ew evîna xwe ji siruştê re mêvan dike û bawer e siruşt ji evîna wî re meydaneke rind û xweşik e.

Siware bi hilbijartina wêneyên sirûştî hundir û hizira

mirovî bi şêweyekî giştî nişan dide. Gihîştin bi wareke berfireh, yanî gihîştin bi armanceke mezin. Xebitîn bona gihîştin bi armanceke mezin, yanî têkşikandina astengî û kospeyên ser rêya  bexteweriyê. Ev bîr û bawerên han, bi şêweyekî ruhî, naveroka  şêirên Siware pêk tînin.

Kiçî nûr qetîsî desî dêwî kêwe Le enguste çavî dilî kêwa

Berev der, berev şarî derya berrêwe Xebata mirovî ji boy bizivandina jiyana sekinî û westar rêya hesilîna insanê xayî armanc ê bi hizr û gumanên bilind e.

Ellên tacî zimirrûtî durrgey le ser nawe derya Heta çaw heterka, şepole, şepole Derya li cem Siware nihayeteke bêdawî ye.

Bawer im herrikîna her çemekê, civcivîna her giyandarekê, xebatek e ji  derkevtin ji çarçoveyeke piçûk û gihîştin bi pêlên here mezinên jiyana sirûştî .

Yanî mebesta her bizavekê gihîştin bi deryayê  ye. Di şêirên pirr bi liv û bizavên Siware de armanca hemû  giyandarekê û armanca Siware deryabûn e.

Ellêy: hanî hestane dengî xiroşî Le her şîve cobarê her deşte çomê Le dilimaye birrway berînî bederya geyîştin.

Dîsan di vê sîstema têfikirînê de, her tiştek li ser esasê

peywendiyeke hizirî û hezî ya navbeyna mirov û sirûştê tê

damezirandin. Li vir mirov, helbest û sirûşt, neynûka vê evînê ye. Sirûşt bedew e, lê ji boy xatirê mirovî bedew e. Di şêira  Siware de bedewiya sirûştê tenê bi nişadana jiyan û bexteweriya  mirovî tê hesibandin, ne bînanî(notilî) hindek şairan ku bedewiya sirûştê pê bêhna gulan û dengê şalûl û bilbilan û sîbera hêneke darên şîn nas dikin.

Siware bawer e bedewtirîn astê sirûştê bizava tijî hêvî ya

berev deryayê ye, tenê pê gihîştin bi deryayê nirx û bayexên raste hebûna mirovî tên famkirin.

Wehaye: Ke kanî be hîwa Beharane lûzew ebestin Berev şarî derya.

Lê her wekî, berê me bas kir, sirûşta Siware warê kul û  kovanan e. Bizav reh û rîçalên siruştê ji jan û derdan didapalîne.

Li akam de hebûna mirovî wekî parek ji sirûştê bi bizav û  hereket tê palandin.

Belam daxî cergim legel her beharê Ke raeçlekin sewzelanê Le xakîne xewnî girana Le dilma xem û daxî em derde sewze:

Ke derdî giranî hemû rêbwarê wenewze Hêvî hayderê bizava sirûştê ye. Ev wêneye di şêira Siware de bona ragehandina bîr û bawerên şairî û evîndariya wî bikar  tê.

Siware wekî rêbiwarkî(rêvîyekî) heyirî li sirûştê nanêre, û

awiriya wî li ser sirûştê awiriya mirovê bêzar li şar û bajêr nîne, ew ne pesinder û medhekarê rûmeta sirûştê ye û ne jî giriftarê nostaljiya sirûştê. Siware endamekî sax û jindî(zindî) yê vê sirûştê ye, tev wê dijî(bi wê re dijî), kûr kûr li hundurê wê digere, tarî û rona wê dibîne û serbestî û êxsîriya wê hest dike. Xeyalên  wî, weke dîmenên sirûştê tal û şirîn in. Ew,sirûştê ji xwe re bang  dike, hizir û gumanên xwe pê dixemilîne. Siware sirûştê dikete xwîn û berdide nava laşê xwe.

We pirr be pêstî leşim Hulûlî giyanî Tebîét

شما هم می توانید دیدگاه خود را ثبت کنید

کامل کردن گزینه های ستاره دار (*) الزامی است -
آدرس پست الکترونیکی شما محفوظ بوده و نمایش داده نخواهد شد -

پایگاه خبری تحلیلی ولات نیوز | اخبار فوری و معتبر آذربایجان غربی با محوریت شهرستان ارومیه