Roja Zimanê Kurdî Pîroz be

Yan fêrî zimanê xwe bibe, yan jî nebêje ez kurd im
کد خبر : 3878
تاریخ انتشار : جمعه ۲۶ اردیبهشت ۱۳۹۹ - ۰:۵۰
Roja Zimanê Kurdî Pîroz be

 

Îro 15 gulanê ye di vê rojê de hejmara yekemîn ya Kovara Hawar derket.

 

Hawar yekemîn kovara kurdî ye bi tîpên latînî

 

Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15’ê gulana 1932’an de derket û heta 15’ê Tebaxa 1943’an 57 hejmar ji wê derketine

 

Ji bo bîranîna kovara Hawar, Kurd vê rojê weke roja zimanê kurdî bi nav dikin

 

Kovara Hawar mehê du caran ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê derdiket

 

Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî dihatin weşandin

 

Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Navên nivîskarên Hewarê di pêşgotina xwe de, wiha bi rêz dike: Bedir Xan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Botî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Nêrwan, Reşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, şakir Fetah, Hevîndê Sorî, Pîrot, Lawekî Kurd…

 

Celadet Bedirxan: Yan fêrî zimanê xwe bibe, yan jî nebêje ez kurd im

 

جَلادَت بَدرخان: یا زبانت را یاد بگیر، یا نگو من کُرد هستم

 

در سال ۱۹۳۲ در چنین روزی مجله “هاوار” از سوی میر جلادت بدرخان انتشار یافت و این روز به عنوان روز زبان کُردی نامگذاری شد.

ارسال نظر شما
مجموع نظرات : 69 در انتظار بررسی : 69 انتشار یافته : ۰
  • نظرات ارسال شده توسط شما، پس از تایید توسط مدیران سایت منتشر خواهد شد.
  • نظراتی که حاوی تهمت یا افترا باشد منتشر نخواهد شد.
  • نظراتی که به غیر از زبان فارسی یا غیر مرتبط با خبر باشد منتشر نخواهد شد.